Bijişkên Malbatî dest bi çalakiya karberdanê kirin
Diyarbekir (K24) – Bijişkên Malbatî ragihandin ku li tevahiya Tirkiyeyê dest ji kar berdidin, armanca çalakiyê jî ew e ku pergala nû ya tendirustiyê were kêşan. Bijişk dibêjin pergala nû ser tendirustiyê gefek mezin e ku hem bijişk dê nekaribin karê xwe bikin hem jî pirsgirêka ya debarê bo bijişkan derdikeve holê.
Guherînên nû yên qada tendirustiyê bertekên nû jî bi xwe re anîn û di ve çarçoveyê li 81 bajarên Tirkiyeyê bijişkên malbatî dest bi karberdanê kirin. Çalakiya bijişkan 6ê rêbendanê dest pê kir û dê 5 rojan bidome.
Bijişkên ku dest bi çalakiyê kirîn li ber Gerînendehiya Tendirustiya Diyarbekir kom bûn û bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang kirin ku pergala nû paşve were kêşan. Bijişkên malbatî dibêjin divê bijişken herî zêde ji 2 hezar nexweşan berpirs be ku dema hijmar zêdetir bibe bijişk jî nikare karê xwe baş bike, nexweş jî nikare dermankirinek baş bistîne û ev yek dê zirarê bide qada tendirustiyê.
Serokê Jura Bijişkên Diyarbekirê Veysî Ulgen ji K24ê re got: “Em dibêjin eger ev guherînên nu wisa bidomin dê li Tirkiyeyê tiştek bi navê tendirustiyê nemîne, tendirustî dibe bazirganî, em naxwazin wisa bibe, divê demildest denge me bikin û van xeletiyan sererast bikin.”
Bijişk dibêjin divê yasaya tundiya li dijî tendirustkaran jî were nukirin, barê bijişkan were sivikkirin, gefa qutkirina muçeyan li wan newe xwarin, dixwazin di karê xwe de azad bin, hijmara tendirustkarên li navenda tendirustiya malbatî were zêdekirin.
Bijişkê Malbatî Burhan Kaya dibêje: “Li gorî yasaya nû eger nexweşek 6 mehan carekê ji kontrola bijişk derbas nebe, dê bijişkê berpirs were sizadan, ev yek ne pêngavek rast e, barê bijişk tê girankirin, bi gefxwarinê divê bijişk neyên xebitandin.”