Geştên asmanî li Firokxaneya Navdewletî ya Şamê ji nû ve dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firîna yekem a Firokxaneya Navdewletî ya Şamê îro Sêşemê 7ê Çile dest pê kir.
Medyaya Sûriyeyê belav kir, Firokxaneya Navdewletî ya Şamê îro careke din dest bi geştên xwe yên asmanî kir, yekem geşta Hêla Asmanî ya Sûriyeyê ber bi Sharjaha Îmaratê bû.
Hat ragihandin, îro sê gestên asmanî hatin kirin, ku piştî çend salan asoyên nû ji pêwendiya bi cîhanê re hatin vekirin.
Serokê Desteya Firokevanî û Veguhestina Asmanî yê Sûriyeyê Eşhed Silêbî pêştir gotibû, ji 7ê mehê ve ewê dest bi pêşwazîkirina li geştên asmanî ji seranserî welatên cîhanê bikin.
Berî du hefteyan, firokeyeke testê ya navxweyî ji Firokexaneya Şamê ber bi firokexaneya Helebê ve hatibû destpêkirin, ku yekem geşta asmanî piştî rûxandina rêjîma Esed bû.
Di vê navberê de, Kompanyaya Veguhestina Niştimanî ya Qeterê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ew ê her hefteyê sê geştên asmanî bo Şamê pêk bînin.