Îraq: Em li nîva îsal sinorê navbera xwe û Sûriyeyê bi konkirîtî dadixin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaneya Ragehandinê ya Ewlehiya Îraqê eşkere dike ku, bi dirêjahiya 400 kîlometran dîwarê konkirîtî bi Sûriyeyê re temam kiriye.
Serokê Şaneya Ragehandinê ya Ewlehiya Îraqê Lîwa Tehsîn Xefacî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Sinorê Îraqê bi Sûriyeyê re bi temamî parastî ye û me 400 kîlometir bi Sûriyeyê re konkirît kirine.”
Lîwa Tehsîn Xefacî amaje jî da, “Ev ji bo dema sê salan e ku Wezareta Navxwe û serkirdeyên serbazî li ser tundkirina sinorê Îraq û Sûriyeyê kar dikin, herwesa hêzên ewlehî û hewalgirî berdewam êrîşên asmanî dikin ser şaneyên nivistî yên DAIŞê li Îraqê.”
Navbirî eşkere jî kir, “Karkirina li ser dîwarê konkirîtî bi dirêjahiya 615 kîlometran bi Sûriyeyê re berdewam e, niha 400 kîlometir temam bûne û 215 kîlometir mane. Mimkin e heta nîva îsal bi yekcarî ew sinor bi konkirîtî bê daxistin.”