Serok Barzanî û ENKSê tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Çile pêşwazî şandeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de gotûbêj li ser rewş, pêşhat û guhartinên dawî yên li Sûriyeyê û herwiha helwesta aliyên Kurdî li hember guhartinên niha hatin kirin.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser piştevaniya doza gelê Kurd li Sûriyeyê, pêwîstiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî, berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyeyê û piştbestin bi diyalog û rêkarên aştiyane kir.

ENKS: Em spasiya piştevaniya berdewam a Serok Barzanî ji bo pirsa Kurd li Sûriyeyê dikin

Ji aliyê xwe ve ENKSê di daxuyaniyekê de gotin: “Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser pêşhatên herêmî û navdewletî, bi taybetî rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxandina rejîma berê hatin kirin.”

Li gor daxuyaniya ENKSê di hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser van xalan kirin:

1- Girîngiya beşdariya gelê Kurd di dariştina paşeroja Sûriyeyê de.

2- Pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

3- Rêkeftin li ser nêrîneke hevbeş a Kurdî derbarê mafên gelê Kurd de.

4- Karkirina ligel hêzên neteweyî yên cuda li Sûriyeyê û rêveberiya niha ya wî welatî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Şanda ENKSê spasî û pêzanîna xwe bo Serok Barzanî nîşan da, ji bo piştevaniya wî ji gelê Sûriyeyê, berdewamiya piştevaniya ji bo doza Kurd li Sûriyeyê û xema yekrêziya Kurd.”