Çekdaran welatiyekî Kurd ê Efrînê bi 6 guleyan kuşt

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, welatiyekî Kurd li gundekî Efrînê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve hat kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê îro 8ê Çile belav kir, çekdarên grûpa Sultan Murad a bi serkêşiya Fehîm Îsa, şeva borî li gundê Qurna yê navçeya Bilbilê ji paş ve gule li welatiyê bi navê Hemîd Elîko (55 salî) reşandin, dema ku ji mizgeftê vedigeriya malê.

Da zanîn, Hemîd Elîko bi şeş guleyan hat kuştin û gundiyan ew birin nexweşxaneya Dêrsimê ya bajarê Efrînê û polîs agahdar kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, “Çekdarên li gundê Qurnê biryarek li gundiyan ferz kir ku divê tenê li mizgeftê nimêjê bikin.”