Wezîrê Derve yê Îtalya serdana Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îtalya ragihand, ew ê serdana Sûriyeyê bike û welatê wî ji bo bidestxistina aramiya siyasî û parastina mafên mirovan, piştgiriya gelê Sûriyeyê dike.

Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajani îro 8ê Çile di gotarekê de li Encûmena Nûneran ragihand, piştî hevdîtina roja 9ê Çile ya bi wezîrên derve yên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransayê re ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyeyê, ew ê roja 12ê Çile serdana Sûriyeyê bike.”

Tajani herwiha tekez kir, welatê wî piştgiriya gelê Sûriyeyê dike ji bo bihêzkirina aramiya siyasî û parastina mafên mirovan. 

Got jî, pêwîst e xaka Sûriyeyê ji komên terorîst were parastin û rê li wan bê girtin ku rewşa wî welatî bikar bînin. Herwiha diyar kir, ew ê pakêteke alîkariyê ji bo pêşketina Sûriyeyê pêşkêş bikin.

Wezareta Derve ya Îtalyayê di daxuyaniyekê de got: “Wezîrên derve yên Îtalya, Almanya, Fransa, Brîtanya û Amerîkayê dê vê hefteyê ji bo gotûbêjkirina rewşê bicivin.”

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Îtalyayê, di civîna wezîran de dê rewşa Sûriyeyê piştî mehekê ji rûxandina rêjîma Beşar Esed bê nirxandin.

Herwiha di civînê de dê rêkarên hikûmeta veguhêz, kêşeyên li pêşiya Kongreya Diyaloga Niştimanî, amadekirina destûreke nû û vejandina aboriya Sûriyê bên gotûbêjkirin.

 
Fly Erbil Advertisment