Şandên teknîkî yên PDK û YNKê bo cara sêyemîn dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandên teknîkî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê civiyan.

Sêyemîn civîna şandên teknîkî yên PDK û YNKê ji bo gotûbêjkirin û nivîsandina xalên stratejîk ên bernameya çar salên bê ya kabîneya bê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 9ê Çile li Hewlêrê dest pê kir.

Li gorî peyamnêrê K24ê li Hewlêrê, “Îro ji sedî 90ê ji reşnivîsê tê amadekirin û hefteya bê dê pêşkêşî şanda bilind a siyasî ya her du aliyan bê kirin.”

Li gorî zanyariyan, di civînan de guftûgo li ser qonaxa bê ya 4 salî ya rêveberiya Herêma Kurdistanê tê kirin. Bi taybetî jî mijara desthilatên wezîr û rêveberên giştî di hikûmetê de, komkirin û dabeşkirina dahata parêzgehan û hilgirtina berpirsatiyê li hember pirsgirêk û kirîzên ku rûbirûyê hikûmetê dibin.

Biryar bû îro civîna şanda bilind a siyasî ya her du aliyan bihata kirin, lê ji ber ku amadekirina reşnivîsê bi dawî nebûbû, îro careke din şandên teknîkî civiyan.

 
Fly Erbil Advertisment