Tirkiye: Egera operasyona di ser sînor re heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, heta ku HSD çekên xwe deynene, operasyonên wan ên leşkerî yên di ser sînor re ranawestin.

Wezareta Berevaniyê yê Tirkiyeyê îro 9ê Çile di daxuyaniyekê de ragihand, tevî berçavkirina li yekgirtina axa Sûriyeyê, lê operasyonên wan di ser sînor re berdewam in, heta ku HSD çekên xwe deynene.

Got jî: HSD li devera Bendava Tişrînê, sivîlan wek mertalên mirovî bikar tîne û girûpên terorîst derbasî wê deverê dike, ku ev yek jî binpêkirina mafên mirovan e.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê da zanîn, ew rê nadin HSD, PKK û YPGê bi rêya bikaranîna jêrxaneya stratejîk an jî bendava Tişrînê, aramiya navçeyê têk bidin.

Duhî li ser banga Rêveberiya Xweser sivîlên ji herêmên Cezîr, Kobanê û Tebqayê çûn bendava Tişrînê, di encama êrişa dronên Tirkiyeyê li ser karwaneke sivîlan, 5 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Çend roj in şer û pevçûnên giran di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve û HSDê li Bendava Tişrînê û gundewarê Minbicê derdikevin, Navenda Ragihandinê ya HSDê jî îro belav kir, di êrîşên wan de 63 çekdar hatine kuştin û 37 çekdar jî birîndar bûne.