Nêzî 3 milyon metro çargoşe erd ji mîn û teqemeniyan hat paqijkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Par li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 965 hezar û 922 metro çarkoşe erd ji mîn û teqemeniyan hat paqijkirin.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan Cebar Mistefa ji K24ê re ragihand, “Milyonek û 904 hezar û 573 metro çargoşe, bi rêjeya %66 ji aliyê dezgeha mînan ve hatiye paqijkirin û 978 hezar û 413 metro çargoşe, bi rêjeya %34 jî ji aliyê rêxistinan ve hatiye paqijkirin.”
Herwiha got: “%72 ji axa Herêma Kurdistanê ji mînan hatiye paqijkirin û tenê %28 maye.”
Cebar Mistefa da zanîn jî, par 4 kes ji ber teqîna mîn û teqemeniyan canê xwe jidest dan û 7 kes jî birîndar bûn.