Serok Barzanî û Xemîs Xencer danûstandinan li ser qebxwaziyên Rojhilata Navîn dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Xemîs Xencer li ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî û rewşa ewlehî û siyasî ya Îraqê diaxivin, herwesa danûstandinan li ser qebxwazî û guhertinên Rojhilata Navîn û deverê bi awayekî giştî jî dikin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 09.01.2025) li Pîrmamê pêşwaziya kesatiyê siyasî yê diyar ê Îraqê Xemîs Xencer kir.
Di wê hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî de hat kirin.
Herwesa di wê hevdîtinê de amaje bi qebxwazî û guhertinên Rojhilata Navîn û deverê bi awayekî giştî jî hat dan.