Serokkomarê Tirkiyê îro serdana Diyarbekirê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bi armanca beşdariya kongreya Rêxistina Diyarbekirê ya AK Partiyê, îro 11ê Çile serdana Diyarbekirê dike. 

Serdana Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan rastî demek wisa tê ku pêvajoyek nû ya çareseriya pirsa kurd dest pê kiriye.

Tê çaverêkirin, Erdogan di kongreyê de derbarî proseya nû ya çareseriya pirsa Kurd, peyamên zêdetir bide. 

Ji aliyê xwe ve, rêxistinên parastina zimanê kurdî dikin dibêjin wan raportek bo zimanê kurdî amade kiriye û di serdana serokomar de hem raporta xwe hem jî daxwazên xwe yên derbarê zimanê kurdî de pêşkêşî serokomar bikin.