Çand û xwarinên Qers, Erdexan û Îdirê li Stenbolê hatin nasandin

Stenbol (K24) – Li bajarê Stenbolê çand û xwarinên herî diyar ên sê bajarên bakurê Kurdistanê Qers, Erdexan û Îdirê bi çalakiyeka rengîn hatin nasandin. Ev her sê bajar bi taybet bi penîrê xwe nasyar in û lewma daxwaza herî zêde ya welatiyan jî li ser penîrî bû. Xelkê Qers, Erdexan û Îdirê yên li Stenbolê bi xêra vê çalakiyê bo demeke kurt be jî xeribiya welatê xwe jibîr kirin.

Rojên danasîna sê bajarên Herêma Serhedê yê bakurê Kurdistanê Qers, Erdexan û Îdirê li bajarê Stenbolê bi govend û dîmenên rengîn destpê kir.  

Ev her sê bajar bi penîrê xwe taybet kaşara kevin nasyar in û lewma daxwaza herî zêde ya welatiyan jî her li ser vê xorakê bû. 

Penîrfiroş Yusuf Adet: “Armanca me ew e ku em çand û xwarinên xwe li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bidin naskirin. Me berhemên cûrbecû hene û em bi taybet bi penîrê xwe tên naskirin. Liv ir tişta xwe ya duyem jî ew e ku xelkê digihijin hevûdu û pêwendiyên mirovî û hevbajartiyê geş dibe.”

Ji bilî penîrî ji qaza xwêkirî ya Erdexanê heta hingiv dehan cûre berhemên xomalî di çalakiyê de hatin nasandin û welatî di wê baweriyê de bûn wekî ew ne li Stenbolê li bajarê bav û kalên xwe bûn. 

Welatî: “Em hatine ji xwe re bigerin. Ji welatê me qaz û nivişk û penîr hatine vir. Em gelek keyfxweş in û dê têra xwe tişt bikirin û biçin mala xwe. Gelek xweş e ku em xelkê li vir bibînin û hevûdu hez bikin.”

Welatî: “Em ji bo xwarinên bajarê xwe hatin vir û xwarinên bajarên me gelek xweş in. Ne wekî ya marketan in. Xwarinên marketan betam in lê yên bajarên me xweş û bitam in.”

Welatî: “Me bihîst ku xwarinên bajarên me hatine vir û me jî xwest bên bibînin. Bi rastî li vir dîmenên xweş û rengîn hebû. Em tên li vir çand û xwarinên bajarê xwe dibînin gelek keyfa me tê. Herwiha divê em xelkê Kurd ên li bajarên mezin ên Tirkiyeyê hevûdu hez bikin û biparêz in.”

Dehan helbestvan û nivîskar jî bo danasîna çanda Qers, Erdexan û Îdirê hatibûn vexwendin. Lê maseya pirtûkan hing xwarin û xorakan qelabalix nebe jî helbestavanek çalakiyên bi vî rengî bo danasîna çanda Kurdî bideqdir dibîne.

Helbestvan Qehreman Oguz: “Pirtûkên min ji Mêrdînê heta Araratê behsa jiyana xelkê me dike. Heta niha çi hatibin ser xelkê me, çi xem çi jî xweşiyên wê min di pirtûkên xwe de dane naskirin. Armanca sereke ya nivîskarî civakê bi rastiya xwe bide nasandin û wê ji aliyê çand û hunerê ve pêş bixe. Min jî di pirtûkên xwe de ev armanc daye û pêşiya xwe û her ji bo vê armancê hatime vir.” 

Qers, Erdexan û Îdir, mirov dikare bêje ku sê bajarên herî dûr in ji Stenbolê lê niha hatine vir û xizmeta hevbajariyên xwe yên li Stenbolê dikin. Xelk li vir tenê xwarin û xorakên diyar nakirin, digihijin hevûdu û bo dema çend rojan be jî xeribiya welêt jibîr dikin.