Li Iraqê zêdetir ji 5 hezar bijîşkan baykota karê xwe kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber ku nehatine damezrandin û mûçeyên wan nehatine dayîn, zêdetirî 5 hezar bijîşkên ku di sala 2024an de derçûne, li hemû nexweşxaneyên Iraqê dest bi baykotê kirin. Ev biryara bijîşkan kerta tenduristiyê û nexweşxaneyên hikûmî bi krîzeke mezin re rûbirû hiştiye.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê îro 2ê Hezîranê ragihand, ev bijîşk li gorî yasayê divê bi awayekî navendî werin damezrandin, lê heta niha hikûmetê tenê girêbesteke 4 mehî wek "bijîşkên niştejî yên gerok" bi wan re îmze kiriye. Tevî vê yekê jî, mûçeyê wan ê kêm ku tenê 420 hezar dînar e, 4 meh in nehatiye dayîn û niha ketine meha pêncemîn ku bê mûçe dixebitin.

Ev baykota berfireh ku ji duh ve dest pê kiriye, hemû parêzgehên Iraqê ji Mûsilê heta Besrayê girtiye bin bandora xwe. Di navendên tenduristiyê de valahiyeke mezin çêbûye; welatî bi rêya belavkirina dîmenên vîdyoyî nîşan didin ku beşek ji nexweşxaneyan bi temamî vala bûne û ti bijîşk lê nemane ku çareseriya nexweşan bikin.

Yek ji bijîşkên nerazî derbarê rewşa wan de got: "Em wek bijîşkên derçûyên 2024an, rojane ji fermanberên din gelek saetan bêtir dixebitin, lê mafên me yên herî bingehîn ku mûçe û damezrandina daîmî ye, nayên dayîn. Em daxwaz dikin ku bi zûtirîn dem mafên me werin vegerandin û ziyanên me yên borî werin qerebûkirin."

Bijîşkên ku ketine grevê dan zanîn, her çend Wezîrê Tenduristiyê sozên çareseriyê dane wan jî, lê rewş êdî gihîştiye asteke wiha ku ew nikarin berdewam bikin. Wan bang li Serokwezîrê Iraqê û aliyên peywendîdar kir ku tavilê dergehekî çareseriyê bibînin, ji ber ku ev baykot rasterast ziyanê digihîne tenduristiya welatiyan. Bijîşkan hişyarî da ku heke daxwazên wan neyên cîbicîkirin, ew ê pêngavên tundtir ên nerazîbûnê bidin destpêkirin.