Geştên asmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Yewnanê tên destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê radigehîne, “Hatin û çûna bazirganî li Balafirxaneya Hewlêrê ji bo du hezar û 500 tonan zêde bûye.” Herwesa dibêje, “Li van nêzîkan geştên navbera Her;ma Kurdistan; û Yewnanê dest pê dikin.”
Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Yekşem, 12.01.2025) ji K24ê re ragehand, “Amarên lihevguhertina bazirganî bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê li sala 2024ê li beranberî sala 2023ê bi rêjeya 25% zêde bûye.”
Ehmed Hoşyar herwesa got, “Li sala 2024ê bi nêzî du hezar û 500 tonan mehane lihevguhertinên bazirganî hatine kirin, anku nêzî şeş hezar tonan li beranberî sala 2023ê zêde kiriye.”
Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê herwesa amaje jî da, “Li roja 15ê Şibata 2025ê, geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Atînayê dest pê dikin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê baran jî ve di dema çar salên borî de, li ser astê Îraqê pêşenga balafirxaneyan bû.”