Hilbijartinên pêşwext bûye rojeva Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Erdogan tekez dike ku, amade ye careke din xwe ji bo postê Serkatiya Tirkiyeyê kandîd bike. Serokê CHPê jî amadebûna partiya xwe ji bo hilbijartinên pêşwext ragehand.
Kongireya heştê ya Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) duhî (Yekşem, 12.01.2025) li Rihaya Bakurê Kurdistanê dest pê kir.
Hunermendê mezin ê Tirkiyeyê Îbrahîm Tatlîses jî li nav wê kongireyê berhev bûbû û ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re got, “Ez dixwazim tiştekî bibêjim, gelo tu amadeyî ji bo gera bê careke din bibî Serokkomar? Em soza wê yekê ji te werbigirin.”
Recep Tayyip Erdogan jî di bersiva pirsyara Tatlîses de tekez kir, “Eger tu bi min re bî, belê ez amade me.”
Rengvedana gotinên Erdogan gelek venekêşa, Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel got, “Serokkomar dixwaze careke din xwe kandîd bike. Bê goman rêyek heye, ew jî komkirina 360 perlemanteran û ragehandina hilbjartinên pêşwext e li perlemanê. Eger ew razî ye, em jî amade ne. Bila bê û eger ew dixwaze em dikarin vê heftiyê hilbijartinên pêşwext rabigehînin. Cotmehê dixwaze an Adarê, çi arêşe nîne. Em amade ne.”
Li dû madeya 101ê ya Destûrê Tirkiyeyê, her kesekî tenê du caran maf heye xwe ji bo postê serokatiya komarê kandîd bike. Erdogan li Perlemana Tirkiyeyê kursiyên pêdivî nînin ku her dema xwest hilbijartinên pêşwext rabigehîne, lewma tê çaverêkirin ku bi rêya partî û aliyên din bizavê jê re bike. Şareza jî wesa difikirin ku, îsal nebe jî sala bê hilbijartinên pêşwext ji bo Perlemanê û Serokatiya Komarê tên kirin.