Nêçîrvan Barzanî û Serokê Dadgeha Federalî: Divê destûr bibe bingeha dadperweriyê û parastina mafan

Nêçîrvan Barzanî û Dadwer Casim Mihemed Ebûd
Nêçîrvan Barzanî û Dadwer Casim Mihemed Ebûd

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê re civiya û pê re danûstandin li ser rolê Dadgeha Federalî di çarekirina pirsên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin, herwesa tekez li ser pabendbûna bi destûrê Îraqê jî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibeha îro (Duşem, 13.01.2025) bi Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê Dadwer Casim Mihemed Ebûd re civiya.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Di wê civînê de danûstandin li ser rolê Dadgeha Federalî di çarekirina pirsên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin kirin, herwesa tekez li ser pabendbûna bi destûrê Îraqê jî hat kirin, wekî çavkaniyek ji bo bicihanîna dadperweriyê û parastina mafên hemî pêkhateyên Îraqê.”

Wê ragehandinê amaje jî daye, “Nêçîrvan Barzanî rêz û spasiyên xwe ji bo rolê Dadgeha Federalî di biserxistina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de û alîkarîkirina di çarekirina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê de, xasma jî di pirsa mûçe û mafên darayî de tekez kir, herwesa rolê dadgehê di parastina piroseya demokrasî li welatî de bilind nirixand.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa gotiye, “Di wê civînê de her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya alîkariyên navbera desthilata dadwerî û dezgehên federalî û herêmî kir, ji bo çarekirina duberekiyan li ser bingeha qanûnî û destûrî, bi awayekî ku bihêzkirina seqamgiriya niştîmanî û parastina serweriya qanûnê dabîn bike.”

Bandorên rewşa deverê û giringiya dûrxistina Îraqê ji aloziyan û tekezkirina li ser parastina ewlehî û seqamgiriya welatî jî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment