Nêçîrvan Barzanî û Ebadî: Pêwîst e pirsgirêkên niştimanî bi karên hevbeş bên çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Nesir tekezî pêwîstiya karê hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên niştimanî dikin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13ê Çile bi Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa bihêzkirina hevkariyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin. Herdu alîyan tekez kirin ku pêwîst e karekî hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyên netewî kirin, bi awayekî ku aramîya welat û mafên hemû pêkhateyan dabîn bike.
Herwiha di hevdîtinê de, behsa pêşhatên dawî yên navçeyê û encamên wê û çendîn mijarên din hate kirin.