PWK biryara danîna qeyûm bo Şaredariya Akdenîzê şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyeke nivîskî biryara tayînkirina qeyûm bo Şaredariya Akdenîza Mêrsînê şermezar kir.
Li dijî tayînkirina qeyûm bo Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê ku destê Dem Partî de bû, Partiya Welatparêzên Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî ji raya giştî re parve kir û biryar şermezar kir.
Daxuyaniya PWKê wiha ye:
“Hevserokên Şaredarîya Navçeya Akdenîzê ya Bajarê Mêrsînê, Nûrîye Aslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên Meclîsa Şaredarîyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç û Hîkmet Bakirhan hatibûn desteser kirin û îro jî biryara girtinê di derbarê wan de hate dayin.
Piştî vê biryarê, Wezareta Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Serokê Şaredariya Nevçeya Akdenîzê ya bajarê Mêrsînê ya DEM Partiyê ji wazîfeyê wergirtîye û li cîhê wî qeyûm tayîn kirîye.
Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Navçeya Akdenîzê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.
Em biryarên tayînkirina qeyûman şermezar dikin.
Divê serokê şaredarîya Navçeya Akdenîzê vegere ser wazîfeya xwe.”