Fermanbar: Em mûçeya ku desthilatê destnîşan kiriye qebûl nakin

Diyarbekir (K24) – Fermanbaran li Diyarbekirê li dijî zama bo mûçeyan hatiye ragihandin, çalakiyek lidar xistin. Fermanbar dibêjin,  mûçeyê wan têra debara wan nake û divê li gorî helawsanê mûçeyên wan werin sererastkirin. 

Hat ragihandin ku bo mûçeyê fermanbaran li Tirkiyeyê %11.54 zam hatiye kirin, li ser vê yekê rêxistinên fermanbaran li 81 parêzgehên Tirkiyeyê çalakiyek li dar xistin û bo 1 rojî jî dest ji kar berdan. Li Diyarbekirê jî rêxistinên fermanbaran li Qada Şêx Seîd kom bûn û li vê derê bi govend û daxuyaniyek çapemeniyê çalaki li dar xistin. Fermanbaran amaje kirin ku ew dixwazin mûçeyek ku bikaribin debara xwe pê bikin bo wan were dayîn.

Rêveberê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (Kesk) Mehmet Ulug ji K24ê re got: “Ji bo mûçeyê kêmtirîn %30, ji bo mûçeyê fermanbaran %11, ji bo karker û malnişînan jî %15 zam hat kirin, lê %44 zam hat ser bacên ji aliyê dewletê ve tên standin. Ango ev tê wê wateyê ku desthilat ji bo pereye ku ji xwe re distîne zamek zêde dike, lê ji bo pereyê ku bo kedkaran were dayîn zamek biçuk  dike. Ev cihê şermezariyê ye, em vê yekê qebûl nakin.”

Di çalakiyê de fermanbaran bal kêşandin ku dahatên dewletê ji dêvla xelkê bo sermayedaran tên xerçkirin û ev yek dibe sedem ku xebatkar nekaribin debara xwe bikin û xîzanî jî kurtir bibe, fermanbar dixwazin mûçeyên wan werin zêdetirkirin.

Fermanbar: “Ew mûçeya ku desthilatê bo me destnîşan kiriye em qebûl nakin.”

Fermanbar: “1 kes jî 4 kes jî bi vê mûçeyê nikarin debara xwe bikin.”

Fermanbar: “Ev pereye didin me pereye sefaletê ye, emê li ber xwe bidin.”

Fermanbar dibêjin divê mûçeyê wan ser sînorê birçîbûnê de be, ango herî kêm 79 hezar be û li gorî bazara rasteqîne jî divê alîkariya kirê jî bo wan were dayîn.”