Serok Barzanî û Balyozê Kanadayê rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Çile pêşwazî li Balyozê Kanadayê li Iraqê Christopher Boehm kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, “Di hevdîtinê de, Balyozê Kanadayê li Iraqê ragihand ku welatê wî giringiyê dide peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê û dê berdewam be li ser berfirehkirin û pêşxistina wan peywendiyan.”

Da zanîn jî, “Balyozê Kanadayê ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di Cotmeha 2024ê de, pîrozbahî li Serok Barzanî kir ku di keşeke aram û bi beşdariya berfireh a xelkê birêve çû û ew bi proseyeke nimûneyî binav kir.”

Di daxuyaniyê de hat, “Serok Barzanî spasiya Hikûmeta Kanadayê kir, ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û tekezî li ser berfirekirina peywendiyên dualî kir.”

Baregeha Barzanî da zanîn, “Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal, rewşa siyasî û ewlehî ya navçe û Sûriyeyê û metirsiyên terorê mijarên din ên civînê bûn.”

Herwiha ragihand, “Di derbarê rewşa Sûriyeyê û çarenivîsa gelê Kurd li wî welatî, Serok Barzanî amaje bi dîroka wê êş û bêpariyê kir ku li Sûriyeyê bi ser gelê Kurd de hatiye û ji bo ku ew êş û karesat li ser gelê Kurd dubare nebin, tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdî li Sûriyeyê kir.”