Kemal Mihemed: Heta dawiya 2026ê kareba seranserî Herêma Kurdistanê dibe 24 seetî

Kemal Mihemed
Kemal Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Karebê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Bi rêya pirojeya Ronakiyê, kareba hejmareke taxên Hewlêrê bûye 24 seetî û niha 80 hezar hevpar feydeyî ji wê xizmetkariyê werdigirin.” Herwesa amajeyê jî dide, “Ev piroje li paşerojeke nêzîk seranserî Herêma Kurdistanê vedigire.”

Wezîrê Karebê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed duhî (Sêşem, 14.01.2025) taybet ji K24ê re ragehand, “Di werzê zivistanê de daxwazî li ser karebê zêde dibe, ku niha di ser heft mêgawatan de ye.” Herwesa got, “Bi rêya pirojeya Ronakiyê, arêşeya kêmiya karebê tê kêmkirin.”

Kemal Mihemed herwesa amaje jî da, “Niha nêzî 80 hezar hevparan feydeyî ji pirojeya Ronakiyê werdigirin û kareba wan bûye 24 seetî, ku ev piroje li destpêkê li çend taxên Hewlêrê hat bicihanîn.”

Wezîrê Karebê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Li dawiya sala 2026ê li seranserî Herêma Kurdistanê kareb dibe 24 seetî û tevaya şêniyan feydeyî ji pirojeya Ronakiyê werdigirin.”