Erdogan ji bo berpirsên AK Partiyê: Ocalan li Îmraliyê dimîne

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Tirkiyeyê di civîna xwe ya li gel berpirsên partiya xwe de ragehnd, “Ebdila Ocalan li girava Îmraliyê dimîne û sizayê wî ji bo zindanîkirina li malê nayê guhertin.”

Rojnamevanê nêzî hikûmetê û Serokkomarê Tirkiyeyê Ebdilqadir Selvî di gotarekê de ragehand, “Di civîna roja Yekşemê, 13.01.2025, ya Civata Serkirdetiyê û Perlemanterên Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) pirsyara rewşa Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan û ihtîmala azadkirina wî an jî guhertina sizayê wî ji zindanîkirinê bo zindanîkirina li malê ji Erdogan hat kirin.”

Ebdilqadir Selvî amaje jî daye ku Erdogan di bersiva wê pirsyarê de gotiye, “Rewşeke ji wî rengî li meydanê nîne û Ocalan bi xwe jî naxwaze ji zindanê derbikeve.” herwesa got, “Erdogan di wê civînê de daxwaz ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê kiriye ku rewşa Ocalan ji bo xelkî ron bike.”

Tê çaverêkirin ku di civîna îro (Çarşem, 15.01.2025) ya firaksiyona AK Partiyê de, Erdogan di gotarekê de hejmareke peyamên giring li ser qonaxa nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragehîne.

Ev di demekê de ye ku, di çend rojên borî de Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partiyê) Omer Çelîk di konferanseke rojnamevanî de ragehandibû, “Îradeyeke bihêz li Tirkiyeyê û ji aliyê Devlet Bahçeli ve heye, pêxemetî nehêlana terorê di rojeva welatê me de.”

Omer Çelîk tekez jî kir, “Wekhevkirina Kurdan bi terorê re bê goman pirojeyeke emperyalî ye û îro jî Zayonî bizavê ji bo wê yekê dikin, lê Kurdan qet giringî bi vê pilangêriya empeyalî û Zayonî nedaye.”

Rojeva serekî ya niha ya Tirkiyeyê pirsa Kurdan û destpêkirina qonaxeke nû ya aştiyê ye. Ji bo vê meremê jî, di dema çend rojên borî de şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî), piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, bi awayekî cuda bi aliyên siyasî yên Tirkiyeyê re civiya.

Tê çaverêkirin ku di van çend rojan de careke din şandeke Dem Partiyê serdana girava Îmraliyê bike û bi Ocalan re bicive.