Mesrûr Barzanî bi şandeke Amerîkayî re pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gengeşe kir

Her du alî li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn

Mesrûr Barzanî û Victoria Taylor
Mesrûr Barzanî û Victoria Taylor

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê re danûstandin li ser bizavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û Sûriyeyê kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 15.01.2025) di hevdîtinekê de bi Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor re danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî û bizavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û Sûriyeyê kirin.

Her du alî li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hevnerîn bûn, ji ber ku di berjewendiya hemî aliyan de ye û rawestiyana wê zirareke zêde gehandiye budceya giştî ya Îraqê.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî ji aliyê xwe ve tekez li ser giringiya cih û rolê Herêma Kurdistanê wekî hevpareke Amerîkayê kir.

Pareke din a danûstandinan girêdayî pêdivîtiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû, di vî warî de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe di çarçoveya budceyê de bi cih anîne, lewma divê Bexda mafên darayî yên Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke federalî û desrûtî bişîne.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa giştî ya Sûriyeyê jî mijara tewerekî din ê danûstandinan bû, herwesa her du alî li ser pêdivîtiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û gerentîkirina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hevnerîn bûn.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner û Şandiyê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê Scott Bolz jî di wê hevdîtinê de amade bûbûn.

Hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor