Şandeya Îmraliyê: Ji bo hevdîtina duyem a bo Ocalan em serlêdanê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê ku di şandeya Îmraliyê de cîh digre ragihand, ji bo hevdîtina duyem em ê di demeke nêz de serlêdana xwe bikin."
Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM) Sirri Sureyya Onder ku di şandeya Îmraliyê de cîh digre derbarê hevdîtina duyem ya bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan de daxuyanî da.
Onder di daxuyaniya xwe de got, Ji bo çûna Îmraliyê ew ê di demekî herî nêz de serlêdanê bikin.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç jî di daxuyaniya xwe ya têkildarî hevdîtina duyemîn a Îmraliyê ya îro de got, heta niha ji bo hevdîtina duyem serlêdan nehatiye kirin.
Şandeke DEM Partiyê ku ji Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û parlamenterê DEM Partiyê Parvîn Buldan pêk hatibû, roja 28ê Berçile çûbû Girtîgeha Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.
Şandeya Îmraliyê ku piştî hevdîtina bi Ocalan re hevdîtin bi aliyên siyasî re pêk anîbû, dê roja 17ê Çileyê daxuyaniyeke nivîskî derbarê hevdîtinan belav bike.