Fuad Hisên bo K24ê: Kompaniya British Petroleumê tê Herêma Kurdistanê
Vekêşana nûnerên Kurd ji piroseya siyasî ya Îraqê hilbijartineke û biryar li ser nehatiye dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê ji K24ê re ragehand ku, bi kompaniya British Petroleumê re danûstandin kirine û wan soz daye wî ku serdana Herêma Kurdistanê bikin û li ser karkirina li nav zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi berpirsan re biaxivin.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Pêncşem, 16.01.2025) li Londonê ji Peyamnêrê K24ê Dilovan Îmadedîn re ragehand, “Ez bi kompaniya British Petroleumê re axiftime û wan soz daye ku bên Herêma Kurdistanê û bi berpirsan re behsa karkirina li nav zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dikin.” Herwesa got, “Ev lihevkirineke destpêkî ye, ne qanûnî ye.”
Fuad Hisên amaje jî da ku di civînan de li Londonê behsa penaberan nehatiye kirin, tenê behsa wan hatiye kirin ên ku çi bersivek nîne û mafê manê pê nehatiye dan, tevî wan Îraqiyan ên ku tawanbar in û li zindanê ne, ka piştî temambûna dema zindanîkirina wan çawa serederî pê re bê kirin.
Navbirî di derheqa peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê de jî got, “Berî ku em ji bo gehandina peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigehin Bexdayê, ew peyam bi rêya medyayê gehişt.”
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê di derheqa vekêşana nûnerên Kurd ji pirsoeya siyasî ya Îraqê de jî got, “Vekêşana nûnerên Kurd ji piroseya siyasî ya Îraqê hatiye berçavkirin tevî ku xwandin divê, lê carê çi biryarek li ser wê yekê nehatiye dan.”
Fuad Hisên ron jî kir, “Arêşeya mûçexurên Herêma Kurdistanê li Bexdayê kevn e û divê qonax bi qonax bê çarekirin, rêyeke din jî nîne ji bilî ku bê çarekirin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Ew benda ku di qanûna budceyê de heye, eger perleman dengî li ser bide, arêşeya hinardekirina petrolê bi awayekî demkî çare dibe, ji ber ku divê pirsa petrolê bi qanûneke nû ya petrolê bê çarekirin.”
Serokwezîrê Îraqê li roja 13.01.2025ê bi serdaneke fermî gehişt Brîtanyayê û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên jî pê re ye.