Şanda Dem Partiyê ji bo hevdîtina ligel Ocalan serî li Wezareta Dadê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Dem Partiyê ya bo danûstandinan, ji bo wergirtina destûra hevdîtina li gel Abdullah Ocalan, sibe serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dide. 

Şanda Dem Partiyê ku ji Sirrî Sureya Onder, Pervîn Buldan û Ahmed Turk pêk tê, ji bo hevdîtina duyem ya li gel Abdullah Ocalan, sibe serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dide. 

Şanda Dem Partiyê, piştî hevdîtinên li gel aliyên siyasî û saziyên civaka sivîl, roja 17’ê mehê bi daxuyaniyek derbarî danûstandinên xwe de agahî dabûn û dabû zanîn, hemû danûstandinên wan di çarçoveya çareseriya pirsa Kurd û proseya aştiyê de bûn. 

Ji Nîsana 2015’ê ve, parlamenterên Dem Partiyê karîn roja 28’ê meha borî li Zîndana Îmraliyê li gel Abdullah Ocalan hevdîtinekê pêk bînin.

Piştî hevdîtinê, Ocalan ji bo çarekirina pirsa Kurdî di peyamekê de ragehand, “Ez xwedî wê ezmûn û biryarê me ku piştevanî bidim paradîgmaya nû ya Birêz Bahçelî û birêz Erdogan.”