Şerefxan Cizîrî: Divê pêvajo ber bi nasîna mafên neteweyî ve biçe
Diyarbekir (K24) – Li aliyekê di çarçoveya pêvajoya nû de xebatên Şandeya Dem Partî ya Îmraliyê berdewam in û li aliyekê jî rêxistinên ziman û akademîsyenên kurd ji pêvajoyê bi hêvî ne û li bendê ne ku di pêvajoyê de mafên neteweyî yên kurdan werin rojevê û giraniya pêvajoyê jî li ser vê mijarê bimeşe. Aliyên kurdî dibêjin divê tenê bi danîna çekan pêvajo neye rêvebirin.
Di çarçoveya pêvajoya nû de bo hevdîtinek din li gel rêberê PKKê Abdullah Ocalan were kirin Şandeya Dem Partiyê careke din serî li wezareta dadê ya Tirkiyeyê da. Di vê çarçoveyê de nîqaş û nirxandin bi pirranî li ser banga çekdanîna PKKê tên kirin. Lê rêxistinên zimanê kurdî jî dibêjin divê rayedarên dewletê bi hemu aliyên kurdî re têkiliyan deynin mafên açrçoveyda zimanê kurdî de jî werin gotubêjkirin.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Em jî dixwazin têkiliyên me bi rayedarên dewletê re hebin, em dibêjin divê kurdî bibe xwedî statu, pirsa mafê ziman heye pirsa mafên neteweyî heye, divê pêvajo ber bi vêderê ve biçe, eger wisa nebe jî ti wateya pêvajoyê namîne.”
Partî û rêxistinên hevgirtiyên DemPartiyê ne dabûn zanîn ku di nexşerêya Dem Partiyê de, hevdîtinên bi partî û rêxistinên Kurdîstanî re jî heye. Di vê mijarê de jî Akademîsyen dibêjin divê baş were zanîn ku pirsa çekdanînê û pirsa kurd ne heman tişt in.
Berdevkê Bizava Çaksazî û Çavdêriya Perwerdehiya Diyarbekirê Profesor Azîz Yagan dibêje: “Kesên ku vê pêvajoyê dimeşînin divê pirsa çekdanîna PKKê û Pirsa Kurd ji hev cuda binirxînin, divê sînorên van herdu mijaran baş werin xêzkirin, niha pêvajo tenê li ser çejdanîna PKKê dimeşe, ji bilî vê jî tiştek xuya nake, daxuyaniyan de jî wisa tê gotin. Ez nizanim dê pêşerojê de were rojevê an ne lê divê were zanîn ku mijara zimanê kurdî heye, mijara perwerdehiya zimanê zikmakî heye”
Rêxistinên ziman û akademîsyen dibêjin, eger armanc çekdanîn be, ev yek pirsa kurd çareser nake, eger armanc çareseriya pirsa kurd be jî, ev yek bêyî xwedîstatubûna zimanê kurdî ne pêkan e.