Li Bolu agir bi hotêlekî ket: 10 kesan canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bolu yê Tirkiyê, agir bi hotêlekî ket û di wê bûyerê de herî kêm 10 kesan canê xwe jidest dan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Elî Yerlîkaya ragehand, vê sibehê derdora demjimêr 3.30 xulekan, li bajarê Bolu agir bi hotêlekê li navenda skî ket.

Yerlîkaya Da zanîn jî, di wê bûyerê de 10 kesan canê xwe jidest dane, 32 kes jî birîndar bûne û rewşa hinek birîndaran giran e. 

Heta niha jî şewata hotêlê nehatiye kontrolkirn û tîmên vemirandina agir hewla kontrolkirina agir didin. 

Hotêl û cihên niştecîbûnê yên derdora wê hotêlê jî hatina valakirn.

Heta niha li ser dema şewatê tu agahî nehatiye belavkirin.