Kêmbûna baranê tirseke mezin di nav xelkê Rojavayê Kurdistanê de çêkiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê îsal rêjeya barîna baranê gelekî kêm e û tirseke mezin di nav xelkê de çêkiriye, ji ber ku piraniya xelkê xwe dispêrin sektora çandiniyê.
Kêmbûna baranê û hişkesaliyê bandoreke xirab li zeviyên çandiniyê yên Rojavayê Kurdistanê kiriye. Cotkarên ku zeviyên xwe bi ava bîrê av didin, gazinan dikin ku Rêveberiya Xweser destekê nade wan, mazotê û gubreyê ji wan re dabîn nake.
Li gorî endezyarê çandiniyê Heval Mencî, herêm di hişkesaliyeke dijwar re derbas dibe, eger rewş bi vî awayî berdewam be, dê bandorek xirab bike û dê berhemanîna ceh û genim kêm bibe.
Gelê Rojavayê Kurdistanê bi giranî xwe dispêre çandiniyê. Nebarîna baranê dê bandorek mezin li ser aboriya herêmê, ewlehiya xwarinê û jiyana xelkê bike, ji ber wê jî dixwazin piştgiriya cotkaran were kirin.