Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Wezîrê Derve yê nû yê Amerîkayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarbûna Marco Robio weke Wezîrê Derve yê Amerîkayê, pîrozahî lê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 21ê Çile peyamek li hejmara xwe tora civakî “X” belav kir û tê de nivîsî: “Pîrozbahiyê li Marco Rubio dikim, bi boneya tayînkirina wî wek Wezîrê Derve yê nû yê Amerîkayê.”

Herwiha ragihand, “Ez li bendê me ku bi hev re kar bikin, ji bo pêşxistina aştî û aramiyê li herêmê û pêşvebirina hevkariyên stratejîk ên Kurdistan û Amerîkayê.”

Duh 20-01-2025an, Encûmena Pîran a Amerîkayê bi yekdengî Marco Robio wek Wezîrê Derve di kabîneya Donald Trump de pesend kir.

Rubio wek dostekî nêzîk ê gelê Kurd tê dîtin. Di Gulana 2016an de serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Şêwirmendê wê demê yê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Ev Senatorê Komarî di dirêjahiya şerê li dijî DAIŞê de, piştevanekî bihêz ê Hêzên Pêşmerge bû û çendîn caran daxwaz ji rêveberiya wê demê ya Amerîkayê kiribû ku hêzên Pêşmerge çekdar bike.

Marco Rubio gelek caran gotiye: “Divê stratejiyeke me ya ji bo piştgiriya kurdan hebe.”

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment