Eliyêv Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedixwîne Azerbaycanê

Di pilana Serokê Azerbaycanê de ye serdana Herêma Kurdistanê bike

Mesrûr Barzanî û Îlham Eliyêv
Mesrûr Barzanî û Îlham Eliyêv

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Azerbaycanê dilxweşiya xwe ji bo dîtina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar dike, wî vedixwîne Azerbaycanê û herwesa radigehîne ku, di bernameya wî de ye serdana Herêma Kurdistanê bike.

Di perawêza Korbenda Aborî ya Cîhanê ya Davosê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 21.01.2025) bi Serokê Komara Azerbaycanê Îlham Eliyêv re civiya.

Di wê hevdîtinê de, Serokê Azerbaycanê dilxweşiya xwe ji bo wê hevdîtinê diyar kir û amaje da peywedniyên dêrîn ên di navbera Azerbaycan û gelê Kurd de, herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî vexwand Azerbaycanê.

Îlham Eliyêv herwesa ragehand ku, di bernameya wî de ye serdana Îraq û Herêma Kurdistanê bike. Navbirî herwesa amadebûna xwe ji bo destpêkirina geştên asmanî yên navbera Bako û Hewlêrê jî diyar kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî spasiya piştevanî û hevahengiya Komara Azerbaycanê kir û tekez li ser giringiya xurtkirina peywendiyên dualî di hemî waran de kir.

 
 
Fly Erbil Advertisment