Mesrûr Barzanî peyameke serexweşiyê arasteyî gel û hikûmeta Tirkiyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke serexweşiyê arasteyî kesûkarên qurbaniyan û gel û hikûmeta Tirkiyeyê dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 21.01.2025) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyameke hevxemiyê ji bo rûdana şewatê ya Tirkiyeyê parve kir û tê de serexweşî li gel û hikûmeta Tirkiyeyê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê peyamê de dibêje, “Ez ji ber rûdana şewatê ya bajarê Boluyê yê Tirkiyeyê xemgîn im, ez di vê dema dijwar de serexweşiyê li kesûkarên qurbaniyan û gel û hikûmeta Tirkiyeyê dikim.”
Îro (Sêşem, 21.01.2025) agir berbû hoteleke komelgeha xilîşandina ser befrê li bakurê rojavayê Tirkiyeyê.
Medyayên Tirkiyeyê parve kir, “Ji ber wî agirî, bi kêmî ve 10 kes mirin û 32 kesên din jî bi giranî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya di wî warî de got, “Bi şevê agir berbû xwaringeha hotela komelgeha Kartalê li parêzgeha Boluyê.”
Parêzgerê Boluyê Ebdilezîz Aydin jî ji ajansa navxwe ya Tirkiyeyê re got, “234 mêvan li wê hotelê bûn, ku du ji wan xwe di avahî da avêt û mirin.”
I’m saddened by the tragic fire in Bolu, Türkiye. I offer my condolences to the families of the victims and to the people and government of Türkiye during this difficult time -mb.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) January 21, 2025