HSD bersiva Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê dide: Em bi diyalogê re ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Berdevkê HSDê bersiva Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Demkî yê Sûriyeyê dide û dibêje: “Em bi diyalogê re ne.”
Cîgirê Berdevkê HSDê Sayel El-Zewba şeva borî di hevpeyvînekê de ligel kenala “Al-Arebiye” de ragihand, “Dema Heyet Tehrîr El-Şamê Şamê dibêje ew bi diyalogê re ne, em jî bi diyalogê re ne.”
El-Zewba got jî: “Em bi xalên erênî, ji gera yekem a danûstandinên ligel rêveberiya Sûriyeyê derketin.”
El-Zewba amaje bi wê jî kir, gera duyem a danûstandinan ligel rêveberiya Sûriyeyê heye.
Destnîşan kir jî, ew amade ne wek hêzekê tevlî artêşa Sûriyeyê ya nû bibin, ne wek tak.
Cîgirê Berdevkê HSDê tekez kir: “Em bi darê zorê çekê xwe dananin” Herwiha got jî: “Heta ku hêz li dijî me bikar neynin, em jî li hember wan hêzên bikar nayînin.”
Da zanîn, “Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdaran rojane êrîşî ser hêzên me li Bendava Tişrînê û navçeyên din dikin, ji ber wê em nikarin dest ji çekên xwe berdin.”
Ev daxuyaniya Cîgirê Berdevkê HSDê piştê wê tê, Wezîrê Berevaniyê Murhef Ebû Qesra ragihandibû, wezareta wî kar dikin ji bo rê li ber derketina şerekî navxweyî bigirin.
Herwiha Ebû Qesra got, danûstandinên wan bi Hêzên HSDê re berdewam in, lê wezaret ji bo her egerekê amade ye. Herwiha tekez kir ku “HSD nikare weke desteyeke serbixwe bikeve nav Wezareta Berevaniyê, ji ber ku ev yek xizmeta berjewendiyên giştî nake.”