Mesrûr Barzanî spasiya hikûmet û gelê Fransayê ji bo piştevaniya gelê Kurd dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Çile li Davosê bi Wezîrê Ewropa û Karûbarên Derve yên Fransayê Jean-Novel Barrot re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir ku berdewam piştevaniya gelê Kurdistanê kirine.
Di civînê de, pêşxistina peywendiyên dualî, serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, hewlên pêkanîna kabîneya nû û giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, “Herêma Kurdistanê erkên xwe yên destûrî bi temamî cîbicî kirine, lewra nabe mafên gelê Kurdistanê bên binpêkirin û divê rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin û mûçe û mafên darayî yên gelê Kurdistanê bê şandin.”
Di beşeke din civînê de, guftûgo li ser pêşhatên li Sûriye û Rojhilata Navîn hatin kirin.