Wezîrê Veguhastinê ji bo berpirseke Amerîkayî: Bexda pirsa mûçeyan wekî karta givaştinê bi kar tîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher di postekî tora civakî ya Xê de ragehand ku, li Waşintonê hevdîtineke berhemdar bi Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Îraq û Îranê Victoria Taylor re hebû.
Ano Cewher amaje jî da ku, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser dawî pêşhatên deverê hatin kirin, wekî pabendbûna hikûmet û serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji bo gerentîkirina nûnerîtiya guncayî ya Kildan, Aşûrî, Siryanî-Aramî, Ermenî û pêkhateyên neteweyî û olî di hikûmeta nû de, ku divê li van nêzîkan li Herêma Kurdistanê bê pêkanîn.
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfe Ezîz jî tevlî wê civînê bû. Wezîrê Veguhastin û Gehandinê got, “Me danûstandineke berfireh bi xanima Taylor re kir, li ser wan qeyranan ên ku dikevin di rêya gelê Kurdistanê û gelê Îraqê bi giştî de û rûbirûyî gelê me, Kildan, Aşûrî, Aramî Siryanî, Ermenî û endamên kêmaniyan dibin, xasma jî di rewşa niha ya deverê de.”
Ano Cewher eşkere jî kir ku, tekez li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bergirîkirina xwe ya berdewam ji nirxên demokrasî û azadiyên olî û neteweyî kiriye, bi bihêzkirina çanda lêborînê û hevfêmkirinê ku Herêma Kurdistanê herdem faktera aştî û seqamgiriyê bûye li deverê û vê yekê jî di ketwarê pêkvejiyanê de li Herêma Kurdistanê rengvedan heye, tevî wan şert û mercên ku dever tê re derbaz dibe.
Navbirî herwesa got ku, di wê civînê de ji wê berpirsa Amerîkayî re gotiye ku arêşeya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê hejmareke siyasiyan ve, ku li ser bingehên giring ên dewletê li Bexdayê zal bûne, wekî karteke givaştinê ya siyasî li ser Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin û tê bikaranîn, pêxemetî wê yekê ku gefan li Herêma Kurdistanê bikin ku ev jî berevajî destûrî ye.”
Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Ev hêzên siyasî li Bexdayê vê serederiya xirab dikin, bê liberçavwergirtina rewşa dijwar a welatiyan û bê ku giringiyê bi gengeşeya exlaqî û wijdana vê siyaseta şermezarker ji aliyê mirovî û exlaqî jî ve bide.”