Raportek li ser êrîşên li ser sinorên Herêma Kurdistanê pêşkêşî Kongirêsê hat kirin

Julian Bill
Julian Bill

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistina CPTê raportek li ser êrîşên Îran û Tirkiyeyê yên ku li ser sinorên Herêma Kurdistanê tên kirin da destê Kongirêsa Amerîkayê.

Rêkxistina CPTê ya Amerîkayî raporta destdirêjiyên Îran û Tirkiyeyê li ser sinorên Herêma Kurdistanê û şehîdkirina welatiyên sivîl gehand Kongirêsê û Wezareta Derve ya Amerîkayê.

Endamê Rêkxistina CPTê Julian Bill di vî warî de li Waşintonê ji K24ê re ragehand, “Xelkê Herêma Kurdistanê bê sedem ji aliyê cîranên xwe ve tê şehîdkirin, bi hezaran kes jî aware bûne û nehatine qerebûkirin.”

Wê endama Rêkxistina CPTê herwesa di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Berpirsên Amerîkayê ji ber hejmara qurbaniyên Herêma Kurdistanê tûşî şokê bûne.”