Li Konyayê avahiyeke 4 qatî hilweşiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêgeha Konya ya Tirkiyeyê, avahiyeke 4 qatî hilweşiya. Şaredarê Konyayê got jî, 5 kes di nava avahiyê de bûn.

Şaredarê Konyayê Ugur Îbrahîm Altay diyar kir, li kolna Beyşehîrê ya Taxa Selçukluyê avahiyeke 4 qatî hilweşiya.

Li ser vê gelek tîmên AFAD, tenduristî û polêsan ji bo herêmê hatin şandin.

Şaredarê Konyayê amaje bi wê kir, li gor agahiyan niha ji hundir avahiyê de 5 kes hene. Xebatên lêgerîn û rizgarê didomin.