SOHR: Li benava Tişrînê 2 kes di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama bombebarana firokeyên Tirkiyeyê li ser bendava Tişrînê li gundewarê Kobanê de, 2 kesan canê xwe jidest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, firokeyên Tirkiyeyê duh 25ê Çile otombîlên sivîlan li nêzîkî bendava Tişrînê bombebaran kirin, di encamê de 2 hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bo nexweşaxaneyên Kobaniyê hatin veguhestin û birînên hejmarekê ji wan giran in.
Ji 8 mehê ve, ji bo piştevaniya HSDê, bi sedan otombîlên sivîlan ji Kobanî, Tebqa û Hesekê ber bi pira Qereqozaqê û derdora bendava Tişrînê ve tên şandin.
Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî, ji 12ê meha borî ve, 492 kes li di şer û pevçûnên li eniya Bendava Tişrînê hatine kuştin, ji wan 53 sivîl, 363 çekdar û 76 şervanên HSDê ne.