Siyasetmedar û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê rola Serok Barzanî bilind dinirxînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê rola Serok Barzanî di çareserkirina doza kurdan de li parçeyên din yên Kurdistanê bilind tê nirxandin. Kesatiyên siyasî û çalakvan dibêjin, Serok Barzanî xemxwarê her kurdekî ye û her aliyekî navdewletî bixwaze doza kurdan li navçeyê gotûbêj bike, berê xwe dide Serok Barzanî.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl dibêje, Serok Barzanî xemxwarê kurdan e li her çar parçeyan û her dema aliyên navdewletî bixwazin doza kurdî li navçeyê gotûbj bikin, ew li serok Barzanî vedgerin.

Mihemed Îsmaîl got: “Cenabê Serok Barzanî xemxwarê yekhelwestiya kurdî ye ji aliyekî ve, xemxwarê doza kurdî ye ji aliyekî din ve. Herwiha roleke wî ya giring di nava aliyên navdewletî de heye, gotin û pêgeha wî cihgirtî ye wek bavê netewa Kurd. Aliyên navdewletî eger bixwazin doza kurdî ya her çar parçeyên Kurdistanê çareser bikin, ew di rêya Serok Barzanî re ye. 

Çalakvan Şivan Ibrahîm jî dibêje, Rola Serok Barzanî li her çar parçeyan diyar e û dibêje jî, aliyên ku timî astengî datanîn û nedixwestin Serok Barzanî di çareseriyê de xwedî rol be, îro ew bi xwe bang li Serok Barzanî dikin.

Serok Barzanî hewl dide aliyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji hev nêzîk bike, ji bo bi yek şandê li Şamê bin û daxwaz mafê xwe bikin. li Bakurê Kurdistanê jî piştevaniya serxistina pêvejoya aştiyê dike, ji bo ragirtina şerê çekdarî û peydakirina rewşeke aram ji kurdên Bakur re, da bi azadî û  aramî bijîn.