Sûdanî: Îraq li ser nehêlana komên teroristî berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê re got, “Îraq li ser nehêlana komên teroristî berdewam e.”

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê îro (Yekşem, 26.01.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Kevin Leahy û Balyozê Amerîkayê li Şamê Daniel Rubinstein re civiya.”

Wê çavkaniyê amaje jî da, “Di çarçoveya wê civînê de pêdaçûn ji bo  rewşa giştî ya ewlehiyê ya deverê û alîkariyên berdewam ên navbera hêzên ewlehiyê yên Îraqê û şêwirmendan ji bo lidûçûna bermayîkên DAIŞê hat kirin.”

Serokwezîrê Îraqê di wê hevdîtinê de tekez jî kir, “Îraq li ser nehêlana komên teroristî berdewam e.” Herwesa got, “Di dema du salên borî de, sinorên Îraqê û wan deverên ku ji bo derbazbûna teroristan deriyek bûn hatine kontirolkirin.”

Di wê ragehandinê de amaje jî hatiye dan, “Di wê civînê de Hevpeymaniya Navdewletî pabendiyên xwe ji bo Îraqê tekez kirin, herwesa behsa şiyanên hêzên ewlehî û hewalgirî yên Îraqê ji bo rûbirûbûna her çalakiyeka tawankarî an teroristî li ser sinoran kiriye.”