CIA zanyarên nû li ser vîrosa Koronayê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî çend salên bêdengiyê, CIA helwesta xwe li ser vîrosa Koronayê eşkere dike û wesa dibîne ku ew vîros li Ezmûngeha Wehanê ya Vîrosan derkeftiye û belav bûye û paştir bûye pejîkeke cîhanî.
Dezgeha Hewalgirî ya Amerîkayê CIA îro (Yekşem, 26.01.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Vîrosa Koronayê ku li sala 2019ê ji Wehanê Çînê belav bû û bi milyonan kes li seranserî cîhanmê kuştin ji Ezmûngeha Wehanê ya Vîrosan a Çînê derkeftibû û belav bûbû.”
Ev jî di demekê de ye ku CIA berî çend salan ragehandibû ku, zanyarên temam li ser destê wan nebûn ku ew vîros ji ezmûngeha vîrosan li Wehanê derkeftibe an jî ji candarekî bo mirovan hatibe veguhastin.
Ev jî eynî helwesta Nivîsîngeha Lêkolînan a Federalî ya FBI ye ku dibêje, “Ew vîros ji Ezmûngeha Wehanê derketiye nav xelkî , ku bûye sedema mirina zêdetirî milyon kesên Amerîkayî û zêdetirî heft miyon kesên din jî li seranserî cîhanê.”
FBI li Şibata sala 2023ê ragehandibû, “Ihtîmaleke mezin heye ku ew vîros piştî derkeftina ji ezmûngehê belav bûbe, di demekê de ku dezgehên din texmîn kiriye ku tûşbûna mirovan bi candarekê tûşbûyî bi ihtîmaleke zêde senaryo ye.”
Di eynî demê de çavkaniyeke haydar ji vê mijarê ji NBC Newsê re ragehand, “Helsengandina CIA li ser bingeha hewalgiriya nû nebû, belkî li ser bingeha pêdaçûna şirovekaran bû.”
Ev pêdaçûn di heftiyên dawiyê yên îdareya Serokê Amerîkayê yê bertir Joe Biden de derket û berî destpêkirina Trump wekî Serokê nû yê Amerîkayê temam bû.
Wê çavkaniyê amaje jî daye, “Birêveberê CIA berê yê William Bernice ji şirovekaran re ragehandiye, “Li çûna ku hûn li ser teoriyên cuda cuda yên girêdayî çavkaniyên Covidê bêalî bin, divê we helwest hebe.”
Berî çend rojan Trump vekêşa xwe ji Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî ragehand, herwesa di biryara xwe de amaje bi awayê birêvebirina qeyrana pejîka Koronayê û berjewendiyên Çînê ji wê mijarê de da.