Koçka Spî lihevkirina agirbesta navbera Libnan û Israîlê dirêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Spî ragehand ku, heta 18ê Şibatê kar bi lihevkirina agirbesta navbera Libnan û Israîlê tê kirin.
Koçka Spî amaje da, “Hikûmeta Libnanê û Israîl û Amerîka dest bi danûstandinan dikin, li ser vegeriyana wan Libnaniyan ên ku piştî 07ê Cotmeha 2023ê hatibûn desteserkirin.”
Artêşa Israîlê li derengiya şeva Duşemê (30.09.2024) bi merema “nehêlana jêrxaneya serbazî û moşekî ya hizbulaha Libnanê” û vegeriyana welatiyên Israîlî ji bo bakurê welatê wan, dest bi êrîşeke bejahiyê bo ser başûrê Libnanê kir.
Agirbesta navbera Hizbulah û Israîlê ji roja 27.11.2024ê ve ji bo dema 60 rojan çûye di warê bicihanînê de. Li dû wê ragehandinê, divê Hizbulah çekan dane û artêşa Libnanê tevaya welatî kontirol bike, İsraîl jî pêngav pêngav hêzên xwe ji başûrê Libnanê vekêşe.