Li Akrê du kes di bombebarana Tirkiyeyê de şehîd bûn

Gundê Bamişmişê li qezaya Akrê
Gundê Bamişmişê li qezaya Akrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li sinorê qezaya Akrê, du kes ji encamê bombebarana balafirên şerî yên Tirkiyeyê şehîd bûn.

Peyamnêrê K24ê li Akrê Arî Hisên got, “Berî nîvroya îro (Duşem, 27.01.2025) ji encamê bombebarana balafirên şerî yên Tirkiyeyê li sinorê nahyeya Dînarteyê, mêrek û jinek şehîd bûn.”

Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Ew bombebaran bi awayekî diyarkirî li gundê Şehê bû, ew her du kesên şehîd bûn jî xelkê gundê Bamişmişê ne li sinorê qezaya Akrê û candar xwedî dikirin.”

Li dû zanyaran, dema ku ew her du kes di xaniyekî ve bûn ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyeyê ve hatine şehîdkirin û termên wan ji bo pizişkiya Dad a Akrê hatine veguhastin.

Di dema sê salên borî de, şeş welatiyên sivîl li sinorê nahyeya Dînarteyê ya Akrê ji ber şerê navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şehîd bûne.

 
Fly Erbil Advertisment