Gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gera 48ê ya Panoramaya Civata Mafên Mirovan de tê pêşkêşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gera 48ê ya Panoramaya Civata Mafên Mirovan de tê pêşkêşkirin.

Gera 48ê ya Panoramaya Civata Mafên Mirovan ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî îro (Duşem, 27.01.2025) bi tevlîbûna nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Ew panorama seet 02:30 ê piştî nîvro bi dema Hewlêrê li bajarê Cinêvê yê Swîsrayê tê destpêkirin.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di wê panoramayê de gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş dike.

Her di wê çarçoveyê de, duhî (Yekşem, 26.01.2025) civîneke amadekariyan ji bo şanda Komara Îraqê bi tevlîbûna nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wê panoramayê hat kirin.

Dîndar Zêbarî ragehand, “Di wê civînê de ew mîkanîzm hat berçavkirin a ku şanda Komara Îraqê di bersivdana raspardeyên panoramaya gera tevgir û wan gotarên tên pêşkêşkirin de peyrew dike.”

Navbirî eşkere jî kir, “Di gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bal ji bo ser wan bizavan tê kêşan ên ku, di dema çar salên borî de li Herêma Kurdistanê ji bo pabendbûna bi bicihanîna raspardeyên navdewletî hatine kirin, herwesa ji bo helsengandin û lidûçûna wan pirsyar û raspardeyên arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin.”