Îro Yekîtiya Ewropayê biryarê li ser rakirina sizayên li ser Sûriyeyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Fransayê radigehîne ku, di civîna îro ya Yekîtiya Ewropayê de, behsa rakirina sizayên li ser Sûriyeyê di warên aborî û enerjî û veguhastin û gehandinê de dikin.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas ragehand, “Yekîtiya Ewropayê îro (Duşem, 27.01.2025) li Brûkselê dicive û danûstadinan li ser rakirina pareke sizayên li ser Sûriyeyê dike.”

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî ragehand ku, îro li Yekîtiya Ewropayê biryarê didin, hin ji sizayên li ser Sûriyeyê ku girêdayî warê enerjiyê û kertê veguhastin û gehandinê ne rakin.

Jean-Noel Barrot herwesa got, “Rakirina sizayên li ser dezgehên aborî yên Sûriyeyê dê pareke din a mijaran be, ku dê bandoreke giring li ser seqamgirkirina aborê welatî hebe.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de jî amaje da, “Fransa pêşniyara sepandina sizayan li ser wan berpirsên Îranê jî dike yên ku, tevlî girtina welatiyên Fransayî li Îranê bûne.”

 
Fly Erbil Advertisment