Li Ranyayê dronekê otomobîk bombebaran kir: 4 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Girdcanê yê ser bi Ranyayê ve, dronekê otomobîlek bombebaran kir û 4 kes hatin kuştin.
Peyamnêrê K24ê li Raperînê da zanîn, Li ser rêya sereke ya gundê Girdcanê a dikeve ser rêya di navbera Ranya û Dukanê de, dronekê otomobîlek bombebaran kir.
Da zanîn jî, di encama êrîşê de 4 kes hatin kuştin ku 2 jin wan jin bûn.
Otomobîla hatiye armanckirin, li ber xwaringehekê li cihekî giştî û niştecihbûna welatiyan bû û hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.