Bajarê herî deyndar Diyarbekir e
Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê Saziya ku Pişkinîna Bankeyan dike dibêje, di nava bajarên ku deynê xwe yê krediyê nadin de, Diyarbekir di rêza yekem de ye. Aborînas dibêjin, sedem çaresernebûna pirsa kurd e bajarên kurdan paşmayî dimînin. Welatî dibêjin, dahata wan têra deynê wan nake. Ev rewş jî bûye sedem ku welatî serî li rêbazên neyasayî bidin.
Li gorî daneyên Saziya Pişkinîna Bankeyan a Tirkiyeyê di sala 2024an de, deynê kesên ku kerta krediyê bi kar tînin bi tevahî gihiştiye 1 trilyon û 700 milyar lîreyî. Dane didin zanîn ku Diyarbekir di vî warî rewşek balkêş de ye, ku nava salekê de rêjeya kesên ku deynê wan ê kerta krediye heye %78 zêde bûye û di nava bajarên ku deynê xwe yê kerta qrediyê narazînin de jî Diyarbekir di rêza yekem de ye, ku kesên deynê xwe di dema hatî diyarkirin de nerazînin ji aliyê yasayî ve jî tên şopandin. Aborînas dibêjin, hem bêkarî li Diyarbekirê zêde ye hem jî qeyrana aboriyê her ku diçe kur dibe.
Aborînas Ozgur Memedoglû ji K24ê re got: “Welatî nikarin kirêya xwe bidin, nikarin kelupelê jiyana rojane bidest bixin, ji ber wê deyndar dibin, sedem jî siyasî ye, pirsgirêka kurd e, veberhênan jî nayê, ji ber ku ewlehî tine. Dema wisa be jî xîzanî zêde dibe.”
Welatiyên amaje dikin, ew nikarin lêçûnên xwe yên rojane û mehane dabîn bikin bi pirranî an kerta krediyê bi kar tînin an jî ji bankeyê krediyê dikêşin û ji ber ku dahatek wan a bi rêkûpêk nîne jî nikarin deynê xwe bidin.
Welatî: “Ez karê înşaatê dikim, dema pere bi dest min bikeve ez didim. Dema nebe jî ez nikarim bidim û dikeve ber faîzê. Min 200 hezar kredî kêşaye û dema pere bi dest min bikeve ez didim.”
Welatî: “Deynê min heye ez nikarim bidim, pêşerojê de hebe ezê bidim, nebe jî devjê berdidim.”
Welatî : “Deynê min heye û ez nadim, dema banqe mesajê dişîne ez lê nanihêrim û digirim.”
Welat: “Deyn heye lê kar tine ye, ji ber wê em nikarin deynê xwe bidin.”
Ji ber ku welatî deynê xwe nikarin bidin, ev yek dibe sedem ku rewşeke neyasayî jî derbikeve holê ku welatiyên neçar diçin ji keysbazan bi faîzek zêde pere deyn dikin û nikarin bidin û ev yek mexdûriyetek nû jî derdixe holê.