Îlham Ehmed: Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bandoreka erênî li ser Kurdên Sûriyeyê dike

Îlham Ehmed
Îlham Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku, pêvajoya aştiyê di navbera Tirkiye û PKKê de bandoreka erênî li ser Kurdên Sûriyeyê dike û ew jî dixwazin bi Enqereyê re dest bi diyalogê bikin.

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed îro (Şemî, 6ê Berçileya 2025ê) bi rêya vîdyokonferansê tevlî konferanseka aştiyê li Stenbolê bû, ku ji hêla Dem Partiyê ve hatibû rêkxistin, û amaje da ku, çekdanana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û vegera ji  bo têkoşîna siyasî û demokratîk hêviyek li deverê çê kiriye.

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser herwesa got: "Pêşengiya aştiyê li Tirkiyeyê bandoreka rasterast li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike. Em dixwazin bi Tirkiyeyê re pêvajoyeka diyalogê bidin destpêkirin û sînorên di navbera me de bên vekirin.”

Îlham Ehmed di derheqa rola Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan de jî pesna pêngavên Tirkiyeyê ji bo aştiyê kir, lê tekez jî kir ku azadkirina Ocalan dê wê pêvajoyê bileztir bike û ragihand: “Em li wê bawerê ne ku azadbûna Abdullah Ocalan dê bihêle ku ew roleka mezintir bilîze û pêvajoya aştî û çareseriyê jî dê zûtir û çêtir bê meşandin.”

Wê berpirsa Rojavayê Kurdistanê di pareka din a gotinên xwe de pesnê serederiya Enqereyê bi rewşa nû ya Sûriyeyê re kir û got: “Hikûmeta Tirkiyeyê bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re diyalog û têkilî hene û kanaleka vekirî bi me re jî heye. Em di vê mijarê de helwesteka hesas û berfireh hîs dikin.”

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li dawiyê jî tekez li ser yekparçeyîya axa Sûriyeyê kir û ragihand: “Em piştgiriya parçebûna Sûriyeyê û tu welatekê din nakin ji ber ku parçekirin dê rêyê li ber şerekê nû xweş bike, ji ber vê yekê jî em bangeşeyê ji bo aştî û pêkvejiyanê dikin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment