Omêd Xoşnaw: Destê derve û medyaya YNKê sedema aloziyan bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Parêzgehê Omêd Xoşnaw ji Kurdistan24ê re ragihand: “Rewşa ewlehiyê ya bajarê Hewlêrê û bi taybetî gundê Lacanê û qezaya Xebatê bi tevahî aram e û di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ye.” Tekez jî kir ku, ya ku qewimî planeka darêtî bû ji bo gêleşoka aramiya Hewlêrê.
Serweriya qanûnê
Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir ku, hejmareka kesên ku tevlî wan gêleşokan bûne bi biryara dadwer hatine girtin. Herwesa got: “Pênc ji wan kesên ku xelkê gundê Lacanê bûn, piştî nîqaşên bi kesatiyên deverê re, xwe da destê qanûnê. Red jî kir ku, desthilatdariya Hewlêrê desthilatdariyeka polîsî be, belkî tekez kir ku hemî rêkar di çarçoveya qanûnê de bûn.
Medyaya YNKê û destê derve
Omêd Xoşnaw bi tundî rexne li birêvebirina medyayê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û ew wekî teşwîqkar û pareka wê gêleşokê wesif kirin û ragihand: “Mixabin, dezgehên fermî yên medyaya YNKê roleka xirab lîst û wekî hêzeka dijminkar serederî kir.” amaje jî da ku, berpirsê yekê yê YNKê li qezaya Xebatê tevlî wan alozî bûye û delîlên vîdyoyî jî hene.
Omêd Xoşnaw herwesa got: "Ev gêleşok bi piştgiriya milîsên Iraqî û destê derve hatiye kirin da ku ewlehiya herêmê têk bibe."
Bûyera gundê Lacanê û parzinîngehan
Parêzgarê Hewlêrê li ser bûyerên gundê Lacanê ron kir ku, ew parzinîngeha ku hatiye şewitandin serweteka neteweyî bû, nêzîkî 70 kesan ji xelkê wî gundî lê dixebitîn. Amaje jî da ku, di encama wan êrîşan de, şofêrekê bêguneh hat şehîdkirin û zirar gihîşt Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê.
Omêd Xoşnaw ew gotegot red kir ku hikûmetê xizmetkarî ji bo wî gundî dabîn nekiribin û lîsteka projeyên avê, dibistan û bingehên tenduristiyê pêşkêş kir ku ji bo wî gundî hatine kirin.
Amadebûna ji bo vekolanên navneteweyî
Omêd Xoşnaw di bersiva wan tometan de yên ku behsa awayê vekolan û darizandinê dikin ragihand: "Deriyê me ji bo nûnerên dîplomatîk, Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafên mirovan vekirî ye ku bên û vekolanan bikin û piştrast bibin ku ew rêkar qanûnî ne."
Parêzgarê Hewlêrê xelkê Hewlêrê piştrast kir ku, ew destûrê nadin ku tu kes û aliyek bi ewlehiya wî bajarî bilîze. Herwesa got: "Ev plan ji bo veşartina şkestinên siyasî yên aliyekî û têkdana rewşa herêmê bû di vê dema hestyar de ku em mijûlî avakirina hikûmetê ne, lê serkeftî nebûn.”
