Hoşyar Zêbarî şertê Amerîkayê bo peywendiyeke baştir bi Îraqê re eşkere dike

Hoşyar Zêbarî
Hoşyar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê şertê Amerîkayê ji bo peywendiyeke baştir bi Îraqê re eşkere dike, ku ew şert jî girêdayî serederiya Dadgeha Îraqê bi Serokê Amerîkayê re ye.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî îro (Sêşem, 28.01.2025) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de amaje da, “Amerîkayê ji bo peywendiyeke baştir bi Îraqê şertek heye.”

Hoşyar Zêbarî ron jî kir, “Şertê Amerîkayê hilweşandina biryara Dadgeha Resafeyê ya Lêkolînan li Bexdayê ye, ku li roja 07.01.2021ê ji bo girtina Serokê Amerîkayê yê niha û wê demê jî Donald Trump derkeftiye.”

Navbirî tekez jî kir, “Em şert bûye daxwaziyeke bilez a Amerîkayê ji bo peywendiyeke baştir bi Hikûmeta Îraqê re.” Pirsyar jî kiriye, “Gelo hikûmet û desthilata dadwerî pêdaçûnê di wê biryarê de dikin an no?”